26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Encumena Asayişa Navdewletî: Divê Hewlêr û Bexda diyalogê bikin..Destûr pirsgirêkan çareser bike

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Encumena Asayişa Navdewletî ya Netewên Yekbûyî dilgiraniya xwe li hember şer û peçûnên navbera hêzên Iraqê û Hêzên Pêşmerge nîşan da û ragihand ku divê herdu alî dest bi diyalogê bikin û pirsgirêkên di navbera xwe de li gorê destûra Iraqê çareser bikin.

Serokê Encumena Asayişa Navdewletî ya Netewên Yekbûyî û Balyozê Fransa li NY François Delattre di civîna îro ya encumenê de daxuyaniyeke derbarê rewşa Iraqê de xwand û têde ragihand, ku “Encumena Asayişa Navdewletî li hember pevçûnên navbera hêzên Iraqê û hêzên pêşmergeyên Kurd gelek dilgiran e.”

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Em daxwazê ji her du aliyan dikin ku di demeke herî nêzîk de dest bi gotûbêjên sazîner li ser bingeha Destûrê Iraqê bikin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera herdu aliyan de.”

Fransa daxwaz kir ku di civîna îro ya Encumena Asayişa Navdewletî de daxwaz ji Bexdayê bê kirin ku mafê Kurdan bide wan, lê Brîtanya li dijî wê yekê derket û ew yak di daxuyaniya îro de nehat cîbicîkirin.
 

Nûçeyên têkildar