25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Encûmena Asayişa Kurdistanê: Pêwîst bû cîhan beriya 2 hefteyan reftarên Iraqê şermizar bikira

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ragehand, pêwîstbû du heftî berî naha civaka navnetewî li hember reftarên xirab ên Iraqê helwêst nîşandaba û şermizar bikira.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê derbarê şerê îro de daxuyaniyek belav kir.
Daxuyaniyek ji Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê!

“Îro demjimêr 12:00ê Hêzên Pêşmerge bi awayeke qehremanî li dijî êrîşên artêşa Iraqê û milîsên heşdî şeibî ya piştgiriya sipaha pasdarên Îranê re bersiv daye û di encamê de 3 tanq û 5 hamvî û 1 bacer a dijmin hatine têkbirin.

Hêzên artêşa Iraqê û heşdî şeibî ya Îranî bi çekên Amerîka yên wek hamvî û tanqên giran û wesayîtên bacer ên leşkerî ve êrîşên xwe yên li ser binkeyên Pêşmerge berdewam dikin.

Ev binpêkirina aşkera ya destûra Iraqê ye ku bikaranîna hêz ve çareseriya pirsgirêkên siyasî dixwazin pêkbînin.
Em bi tundî wan sînor bezandina Iraqê şermizar dikin. Civaka navnetewî pêwîstbû du heftî berî naha reftarên xirab ên Iraqê şermizar kiriban.

Iraqê hin navçeyên aram jî têkdane û zêdetirî 150.000 kes koçber bûne û metirsî bo asayîşê çêkiriye.
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê
26.10.2017.”
 

Nûçeyên têkildar