Kerkûkî: Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiv dan û êrîşa wan şikandin

Pirdê-KDP.info- Îro danê sibehê çekdarên Heşda Şeibî êrîş kirin ser Hêzên Pêşmerge li sînorê Pirdê yê bakurê Kerkûkê, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û gelek ziyan gihandin wan.
Dr. Kemal Kerkûkî Berpirsê Pêşmerge li nêzîkî Kerkûkê ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro danê sibehê saet 9:15, çekdarên Heşda Şeibî xwestin ji aliyê rastê yê Pirdê xwest êrîşî Pêşmerge bikin, lê Pêşmerge bi qehremanî li wan hatin hev û bi tundî li wan dan û 8 kes ji wan kuştin.”
Kerkûkî wiha got: “Hêzên Pêşmerge karîn gelek çekên giran ên Heşda Şeibî jinav bibin, lewma jî çekdarên wan neçar man ku vekşin û ji dûr ve topana bavêjin ser çeperên Pêşmerge.”




