25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Rebîe- Pêşmerge 3 êrişên Heşda Şeibî têk birin

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info- Fermandarekî Hêzên Pêşmegre ji Hêza Roj ragihand ku Hêzên Pêşmegre heta niha li eniya Rebîe 3 êrişên Heşda Şeibî têk birine û hejmareke polîs jî xwe radestî Pêşmerge kirine û hinek jî reviyane.

Îro danê sibehê saet 5 hêzên Heşda Şeibî êrîş kirin ser çeperên Pêşmege, lê Hêzên Pêşmerge bi qehremanî li wan hatin hev û bi tundî li wan dan.
Fermandarê Leşkerê Roj a Pêşmerge Bedel Bendî ji nava şer ji malpera KDP.info re ragihand: “Heta niha 3 êrîşên Heşda Şeibî bi destê Pêşmegre hatine jinavbirin.”
Bedel Bendî wiha got: “Heşda Şeibî gelek ziyan dîtiye û heta niha 5 hamer û 3 tankên wan hatine jinavbirin û gelek termên wan jî li erdê mane.”
Bende wiha domand: “Hejmareke polîsên Iraqê li Zûmar xwe radestî Hêzên Pêşmerge kirine û hinek jî reviyane û gotine em şerê Pêşmerge nakin.”

Nûçeyên têkildar