PDK û YNK: Bi yekrêziyê emê vê qonaxê derbas bikin
Hewlêr-KDP.info- Her du polîtboruyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) îro civiyan û derbarê rewşa Herêma Kurdistanê û pêwîstiya yekdengî û yekrêziya aliyên siyasî bi hev re gotûbêj kirin û ragihandin, ku her du alî li ser rewşa Kurdistanê xwedî nêrîn û helwesteke hevbeş in.
Îro çarşemî 25ê Cotmehê bi armanca nirxandina rewşa niha ya Herêma Kurdistanê, her du polîtboruyên PDKê û YNKê li Hewlêr a paytext bi hev re civiyan.
Piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî ya kurt het weşandin ku têde hatiye gotin: “Rewşa Herêma Kurdistanê û pêwîstiya yekdengî û yekrêziya aliyên siyasî di vê qonaxa hesas de û bo rûbirûbûna wan astengiyên ku rastî Herêma Kurdistanê hatine, bi berfirehî û kûrî hatin gotûbêjkirin û nirxandin.”
Derbarê rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û yekrêzî û tifaqa navbera aliyan de jî “her du polîtboruyên Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê li ser yekrêzî û tifaqa rêzan û ji hev têgihîştina di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de xwedî nêrîn û helwesteke weke hev bûn.”
Li gorî daxuyaniyê, “her du aliyan tekezî li ser wê jî kirin ku hewlên wan berdewam e, bo derbaskirina qonaxa niha ya ku Kurdistan ratsî wê hatiye û dîtina rêyeke çareseriyê bo hemû arîşeyan bi şêweyekê ku di berjewendiya gelê Kurdistanê de be, bo vê armancê jî tekezî li ser yekrêziya gelê Kurdistanê kirin.”




