Heyder Şeşo: Hêza Parastina Êzîdxanê ser bi Wezareta Pêşmerge ye
__2017_10_24_h14m47s16__ER__2017_10_24_h18m11s42__HK.jpg)
Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêza Parastina Êzîdxanê Heyder Şeşo ragihand ku hêza wan a ku niha li Şingalê ye, ser bi Wezareta Pêşmerge ve ye û ti pêwendiya wê bi Heşda Şeibî re tune ye.
Heyder Şeşo ji malpera KDP.info ragihand: “Em wan hemû idîayên ku dibêjin Hêza Parastina Êzîdxanê ketiye ser Heşda Şeibî, red dikin. Me nexwest Êzdiyên Şingalê bi kuştin bidin û em ligel Heşda Şeibî civiyan û me ji wan re got ku emê li Şingalê bimînin. Me dixwest pirsgirêk bi awayekî aştiyane çareser bibin. Me Şingal radestî Heşda Şeibî nekiriye û emê her bergiriyê di ber Şingalê de bikin.”
Şeşo wiha got: “Hêza me bi fermana Serok Barzanî ketiye ser Wezareta Pêşmerge û em hemû fermanên Wezareta Pêşmerge cîbicî dikin. Rast e al û navê me yê taybet heye, lê em ser bi Wezareta Pêşmerge ve ne û em bergiriyê li axa Şingalê dikin.”




