Qasim Şeşo: Divê Heşda Şeibî ji Şingalê derkeve
__2017_10_24_h15m51s34__ER__2017_10_24_h18m29s33__HK.jpg)
Şingal-KDP.info- Fermandarê Pêşmerge yê Êzdî Qasim Şeşo dibêje divê Heşda Şeibî ji Şingalê derkeve û her aliyek destê xwe dirêj bike bi xelkê Şingalê dê wek DAIŞê şerê wê bikin.
Qasim Şeşo ji malpera KDP.info re ragihand: “Alozî ketiye navbera xelkê Şingalê, lewma em daxwaz dikin ku Heşda Şeibî ji navçeyên derkeve. Em daxwaz ji xelkê navçeyê jî dikin ku ji malê xwe bar nekin û her li cihê xwe bimînin, ji ber ku em nahêlin kes zulmê li xelkê bike û yê ku zulmê li wan bike em nahêlin li Şingalê bimîne û emê wek dijmin hesab bikin.”
Wî fermandarê Pêşmerge li Şingalê wiha domand: “Dijminê me û hemûyan yek e, ew jî DAIŞ e, lewma jî me daxwaz ji hêzên Iraqê kiriye ku tişta ku DAIŞê aniye serê me hêzên wan jî neynin serê xelkê Şingalê. Em dibêjin, her aliyek destê xwe bi xelkê Şingalê dirêj bike, emê wek DAIŞê şerê wê bikin. Şingal Kurdistanî ye û xelkê wê dixwazin ligel Kurdistanê bin.”




