Qayimqamê Şingalê hişyarî da ji çêbûna jenosîdeke din

Şingal-KDP.info- Qayimeqamê Şingalê Mehma Xelîl hişyarî da ji çêbûna jenosîdeke din li Şingalê û ragihand ku rewşa Şingalê pir xerab e û çekdarên Heşda Şeibî talankirina çek û otomobîlên xelkê dikin.
Mehma Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Çekdarên Heşda Şeibî bi kêfa xwe binpêkirinan dikin û êrîş dikin ser malê xelkê Şingalê, lewma jî ev xelkê ku hatine Şingalê jî eger Heşda Şeibî li vir bimîne dê ew jî koçber bibin.”
Xelîl wiha got: “Piştî ku Heşda Şeibî hat Şingalê xelkê êdî qîmeta rewşa baş a Pêşmerge nas kir. Herwiha ew tawanbarên ku berê tawan li Şingalê kiribûn û reviyabûn Sûriyê, careke din vegeriyane, lewma jî metirsî heye ku jenosîdeke din bê serê Şingalê.”




