Wezareta Pêşmerge: Heşda Şeibî dixwaze keramet û rûmeta gelê Kurdistanê binpê bike

Hewlêr-KDP.info- Wezareta Pêşmerge ragihand, ku Heşda Şeibî û hêzên iraqî pabendê rêkeftinan nabin û êrîşan dikin. Lewma ew jî dê bi hemû awayî berevaniya xelk û xaka Kurdistanê bikin.
Wezareta Pêşmerge derbarê êrîşên Heşda Şeibî û hêzên ewlekariya Iraqê de daxuyaniyek weşand û ragihand: “Piştî bûyerên parêzgeha Kerkûkê û pêşvehatina Heşda Şeibî û hêzên Iraqê li tevahî navçeyên nakok, we diyare ew hêz bi ti awayî guh nadine ti rêkeftinekê ji bo diyarkirina hêla temasê. Hêzên iraqî liv û tevgera xwe berdewam dikin û bi berdewamî hêzên xwe li wan navçeyan kom dikin.”
Di daxuyaniyê de tê gotin, “Ev liv û tevgera hêzên Heşda Şeibî û îsrara wam a ji bo êrîşan û rêz negirtina li rêkeftinan, amajeyeke eşkere ye, ku niyeteke wan a xirab heye û dixwazin keramet û rûmeta gelê Kurdistanê binpê bikin.”
Wezareta Pêşmerge hişyarî da û ragihand: “Em ji hemû aliyan re dubare dikin, ku ev reftarên mîlîsên Heşd û hêzên iraqî bi ti awayî nayê qebûlkirin. Pêşmerge bi hemû hêza xwe ve berevaniya xak, jiyan û kerameta gel dike.”




