25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mexmûr- Heşda Şeibî êrîş kir û Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û ew şikandin

Çavkanî: KDP.info

Mexmûr-KDP.info- Li sînorê navçeya Mexmûrê çekdarên Heşda Şeibî bi cilên polîsên federal êriş kirin ser çeperên Pêşmerge, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û ew êriş têk birin.

Berpirsê Komîteya PDKê li Mexmûrê Ebdula Tahîr ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro danê nîvro çekdarên ser bi Heşda Şeibî bi cilên polîsên federal ên Iraqê êriş kirin ser Hêzên Pêşmerge li gundê Bazirge ê ser bi Mexmûrê, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan.”
Tahîr wiha got: “Piştî şerekî tund, Hêzên Pêşmerge derbeyeke mezin li Heşda Şeibî dan û ew êrişa wan têk birin. Gelek kuştî û birîndarên wan hene.”
Attachments area
 

Nûçeyên têkildar