Serokê Fransa ligel Serok Barzanî axivî

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokê Fransa Emmanuel Macron pêwendiyeke telefonî encam dan.
Serokê Fransa Emmanuel Macron bi rêya telefonê pêwendî bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve kir û derbarê rewşa dawîn a li Kurdistanê û Iraqê û pêşhatên dawî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi Barzanî re gotûbêj kir.
Pêwendiya telefonî ya navbera Emmanuel Macron û Mesûd Barzanî êvariya îro duşemî 23ê Cotmehê hatiye encamdan.
Macron di vê pêwendiyê de, dilgiraniya xwe li hember rewş û aloziyên navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan da û daxwaz kir, ku her du alî li ser xwe bin û şer û pevçûn çê nebe.
Macron herwiha tekezî li ser wê yekê jî kir, ku baştirîn rê bo çareserkirina pirsgirêkan gotûbêj û danûstandin e.
Her di vê pêwendiyê de Serok Barzanî ji Serokê Fransa re behsa rewş û bûyerên vê dawiyê yên navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê kir.
Tê zanîn ku, biryar e Serokê Fransa di vê bareyê de li ser hewlên xwe berdewam be, da ku her du alî, Hewlêr û Bexda bi gotûbêjê pirsgirêkên xwe çareser bikin.




