Rewşa Kerkûkê xerab e..Girtin û kuştina xelkê berdewam e

Hewlêr-KDP.info- Berpirsekî PDKê li Kerkûkê dibêje, rewşa Kerkûkê xerab û nearam e û Heşda Şeibî berdewam e li ser girtin û kuştina xelkê.
Berpirsê Bersivdana Raporên Navdewletî di Hikûmeta Kurdistanê de Dîndar Zêbarî ragihand: “Di çend rojên borî de û di bin dagîrkirina Heşda Şeibî de, li Kerkûkê 400 welatiyên sivîl hatine kuştin, herwiha li Xurmatû û derdora wê jî, ji bilî girtina xelkê û şewitandina malê wan û destdirêjiya li ser jinan, nêzêkî 200 kes hatine kuştin.”
Derbarê wê yekê de, Berdevkê Encumena Serkirdatiya PDKê li Kerkûkê Ednan Kerkûkî ji malpera KDP.info re ragihand: “Tawanên Heşda Şeibî li dijî xelkê Kerkûkê berdewam in. Xelkê digrin û wan eşkence dikin û wan dikujin. Rewşa Kerkûkê xerab e û aramî tê de tune ye.”
Herwiha Cîgirê Berpirsê Encumena Serkirdatiya PDKê Diyarî Husên ji malpera KDP.info re ragihand: “Bêguman êdî xelk tehemûla vê rewşê nakin û Herêma Kurdistanê vê yekê qebûl nake, lewma jî rewş wisa berdewam nake û dê guhertin bi ser de were.”
Diyarî Husên wiha got: “Tişa ku li Kerkûkê çêdibe ne di berjewendiya civaka navdewletî de ye û ew jî bi vê rewşê razî nabin, lewma jî emê dîsa veherin ser navçeyên Kurdistanî yên ku ketine bin destê Heşda Şeibî.”
Attachments area




