26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nûnerê HDPê li Başûr: Divê cîhan li hemberî êrîşên Bexdayê bêdeng nemîne

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Nûnerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Herêma Kurdistanê Abîd Îke piştgiriya partiya xwe ji bo Başûrê Kurdistanê ragihand û got ku divê hemû gelî li herçar perçeyên Kurdistanê piştevaniya xwe ji Hewlêrê bidin xuyakirin, da ku dengê wan bighê hemû cîhanê û cîhan li hemberî êrîş û destdirêjiyên Bexdayê bêdeng nemîne.

Abîd Îke ji malpera KDP.info re ragihand: “Mixabin ev çend roj in ku Başûrê Kurdistanê û nexasim jî Hewlêr ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve rastî êrîşan tê, em jî van êrişan şermezar dikin û em daxwaz dikin ku gelê Kurdistanê careke din rastî komkujiyan neyê. Em ji bêdengiya Amerîka û civaka navdewletî dilgiran in. Bexda û Heşda Şeibî destûra Iraqê binpê kirine û bêdengiya civaka navdewletî jî li hemberî wan binpêkirinan cihê dilgiraniyê ye.”

Nûnerê HDPê wiha got: “Kurdistan roleke mezin dît di rûbirûbûna DAIŞê de û serkeftineke mezin bidestve anî, lewma jî nabe keda wan bê jibîrkirin. Divê her kurdek li herçar perçeyên Kurdistanê piştevaniya xwe ji Hewlêrê bidin xuyakirin, da ku dengê wan bighê hemû cîhanê û cîhan li hemberî êrîş û destdirêjiyên Bexdayê bêdeng nemîne.”

Îke wiha domand: “Divê her Kurd Kurd derkevin xwepêşandanan û peyama me bighê Neteweyên Yekbûyî. Ew jî wek çawa Pêşmerge û şervanan şerê terorê kirin û li hemû cîhanê hatin naskirin.”
 

Nûçeyên têkildar