26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hikûmeta Kurdistanê pêşwazî li destpêşxerêya Ebadî bo diyalogê kir

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ew destpêşxeriya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji bo gotûbêjkirinê bi erênî pêşwazî dikin.

Serokwzîrê Iraqê Heyder Ebadî ji Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de daxwaza destpêkirina gotubêjan kiribû, Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ragihand we amade ne dest bi gotubêjan bikin.

Desteya Wezîran a Herêma Kurdistanê îro di bin serpereştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û cîgirê wî Qubad Talebanî de li Hewlêrêciviya.

Desteya Wezîrên Herêma Kurdistanê piştî civînê daxuyanyek da û ji malbat û kesûkarên pêşmergeyên vê dawiyê de şehîd bûne sersaxî xwest.

Di civînê de bûyerên li Kerkûkê û piştre jî deverên di çarçoveya madeya 140î de hat nirxandin û rewşa niha ya Kerkûkê û navçeyên din hat axaftin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê destpêşxeriya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji bo destpêkirina guftûgoyê û çareserkirina nakokiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de li gor esasên destûrê û di çarçoveya şirîkatî û tewafiqê de li Iraqê bi erênî pêşwazî kir. Hikûmet amadebûna xwe ji bo guftûgoyan derbirî.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye ligel Hikûmeta Iraqê dest bi gotûbêjan bike, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji destpêşxeriya dawiyê ya Heyder Ebadî dike bo destpêkirina diyalogê. Herwiha em bangewaziya civaka navnetweyî dikin ku di destpêkirin û birêveçûna guftûgoyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hevkariya herdu aliyan bikin.”

Kabîneya Wezîran, daxwaz ji saziyên hikûmet û hevwelatiyên Herêma Kurdistanê kir,ku bi hewara xweşk û birayên xwe yên Kerkûkê û Xurmatoyê biçin.

Di civînê da tekezî li ser yekrêzî û hevdengiyê hat kirin.

Nûçeyên têkildar