26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kerkûk- Heşda Şeibî hemû navendên PDKê li Dubiz jî talan kirin û şewitandin

Çavkanî: KDP.info

 

Dubiz-KDP.info- Rêveberê Asayişa Dubiz Elî Mihemed dibêje, çekdarên Heşda Şeibî piştî ku hatin navçeyê hemû navendên PDKê li Dubiz talan kirin û şewitandin.

Raîd Elî Mihemed ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî hatina çekdarên Heşda Şeibî bo Kerkûkê û derdora wê, ew çekdar çûne ser navendên PDKê û talan kirine û piştre jî şewitandine û teqandine.”

Mihemed wiha got: “Jibilî ku hemû navendên PDKê şewitandine, herwiha baregehên asayişê jî talan kirine û şewitandine. Herwiha ji ber wan gef û êriş û talankirina malan û şewitandinên çekdarên Heşda Şeibî, êdî xelkê parêzgeha Kerkûkê bi giştî rastî tirseke mezin bûne û ji ber wan direvin.”

Nûçeyên têkildar