Berpirsekî PDKê: Bila hemû cîhan bibîne Heşda Şeibî li Kerkûkê çi tîne serê Kurdan

Kerkûk-KDP.info- Berdevkê Encumena Serkirdatiya PDKê li Parêzgeha Kerkûkê Ednan Kerkûkî ragihand ku çekdarên Heşda Şeibî bi cilên Polîsên Federal li nava Kerkûkê zilm û sivkatiyê li welatiyên Kurd dikin, lewma jî ya baş ku xelkê ku koçber bûne niha venegerin ser malên xwe.
Ednan Kerkûkî ji malpera KDP.info re ragihand: “Rewşek pir xerab li nava Kerkûkê heye. Bi şev çekdarên Heşda Şeibî êrişî malê Kurdan dikin, di nav de jî endamên YNKê, ji ber ku tişta ku beşek ji YNKê kir ji bo berjewendiya xwe ya taybet bû û niha xelk baca wan dide. Ya baş ku niha xelkê Kerkûkê venegerin malên xwe. Bila hemû cîhan bibîne Heşda Şeibî li Kerkûkê çi tîne serê Kurdan.”
Kerkûkî wiha got: “Nava Kerkûkê tije wêneyên serkirdeyên Îranê bûye. Çekdarên Heşda Şeibî bi cilên Polîsên Federal li nava Kerkûkê zilm û sivkatiyê li welatiyên Kurd dikin. Navên PDKê diteqînin û talan dikin. Gefê li Kurdan dikin û tawanan dikin.”




