Heşda Şeibî li Xurmatû malên Kurdan talan dike

Xurmatû-KDP.info- Li nava qezaya Xurmatû çekdarên Heşda Şeibî dest bi talankirin û şewitandina mal û bazarên Kurdan kirine. Berpirsekî PDKê li wê navçeyê jî dibêje, bi dehan xelkê sivîl û xwebexişên Kurd ji aliyê Heşda Şeibî ve şehîd bûne.
Kargêrê Şaxa 22 ya PDKê li Germiyan, Rehêl Caf ji malpera KDP.info re ragihand: “Çekdarên Heşda Şeibî dest bi talankirina malên welatiyên Kurd kirine. Hemû dukanên Kurdan û navendên PDKê şewitandine û talan kirine. Xelk jî koçber bûne.”
Caf wiha got: “Çekdarên Heşda Şeibî li nava Xurmatû bi dehan welatiyên Kurd û Pêşmerge û xwebexşên Kurd şehîd kirine û termên wan bi dûv otomobîlên xwe vekirine û herwiha termê hejmareke şehîd jî nediyar in. Tişta ku li Kerkûk û Xurmatû çêdibe Enfaleke din e. Mixabin ji bo wan berpirsên Kurd ên ku Kerkûkê radestî Heşda Şeibî kirin, ku ew tişta me bi sed salê bidest ve anîbû, di nava çend saetan de jidest dan. Bila Hikûmeta Kurdistanê bi hewara me ve bê û Kurdan biparêze.”




