Kerkûk- Heşda Şeibî navendên PDKê teqandine

Kerkûk-KDP.info- Çekdarên Heşda Şeibî li bajarê Kerkûkê dest bo teqandina navendên PDKê li wî bajêrî kirine, herwiha gef û tawanan li dijî welatiyên Kurd ên Kerkûkê dikin.
Beriya hatina Heşda Şeibî hişyarî hatibû dan ku eger hêzên wê bên Kerkûkê dê ew çekdar dest bi binpêkirinan û karê xerab li dijî Kurdan bikin. Niha jî ew yek pêk hatiye û jibilî avêtina ser malê Kurdan, çekdarên Heşda Şeibî dest bi dizîn û talankirina mal û navendên hizbî jî kirine.
Diyarî Husên ji nava Kerkûkê ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî hatina çekdarên Heşda Şeibî bo nava Kerkûkê, dest bi teqandina navendên PDKê û asayişê kirine.”
Husên wiha got: “Beriya hatina wan çekdaran me zanîbû ku Heşda Şeibî dê wan karan bike û niha jî em dibînin ku çawa teidê li xelkê Kerkûkê dikin.”




