Xelk ji ber Heşdî Şeibî ji Kerkûkê direvin
Hewlêr-KDP.info- Ji ber kirdarên xirab, gef, destdirêjiya ser mirovan û sivikatîkirina li hember pîroziyên kurd ji aliyê çekdarên Heşda Şeibî ve, hemwelatiyên kurd ji Kerkûkê direvin û berê xwe didin bajarên Herêma Kurdistanê.
Hêzên çekdar li Kerkûkê gefan li hemwelatiyên kurd dixwin, destdirêjiya ser malên wan dikin û sivikatiyê li hember pîroziyên wan dikin. Lewma hinek hemwelatiyan dest pê kirine malên xwe bar dikin. Çekdarên Heşda Şeibî rêya Hewlêrê girtine lewma kerkûkî berê xwe didin Hewlêr û Silêmaniyê.
Çekdarên Heşda Şeibî li taxên Rehîmawa, Kurdistan, Penca Elî û çend cihên din bi ser malên hemwelatiyan de girtine, mal bi mal pişkînîn kirine, jin û zilam ji hev cihê kirine, ji ber vê yekê jî şer û alozî rûdaye.
Xelk li Kerkûkê di tirseke zêde de ye, Heşdî Şeibî wek tolhildanê li bajar destpê kiriye avahî û bînayan agir berdidinê û binkeyên partî û gelek malên xelkê dişewitînin û hin rawestgeh danîne kes nizane çiye û xelkê rût û tezî dikin û pare ji xelkê distînin




