Zêrevanî: Rih û canê me qurbanî axa Kurdistanê ye

Hewlêr-KDP.info- Fermandarên Pêşmergeyên Zêrevanî dibêjin, hêzên me bo bergirî li axa Kurdistanê û bo piştevaniya Pêşmerge çûne eniyên Kerkûkê. Herwiha tekez dikin ku ew rih û canê xwe dikin qurbanî axa Kurdistanê.
Piştî ku îro danê sibehê çend eniyên Kerkûkê bi biryara çend serkirdeyên aliyeke siyasî bi bê rûbirûbûn vekişiyan, bo piştevaniya Hêzên Pêşmerge û parastina axa Kurdistanê Pêşmergeyên Zêrevanî çûne eniyên Kerkûkê.
Fermandarê Pêşmerge Lîwa Xazî Mela Salih Babkeyî di daxuyaniyekê de bo malpera KDP.info ragihand: “Em rih û canê xwe dikin qurbanî axa Kurdistanê û em xiyanetê qebûl nakin. Herwiha çekdarên Heşda Şeibî nikarin êrişî eniyên Hêza Zêrevanî bikin.”
Hevdem Fermandar Lîwa Behcet Sêlkî jî ragihand: “Em ji bo piştevaniya Hêzên Pêşmerge çûne Kerkûkê û bi pilan em bergiriyê li axa Kurdistanê dikin. Mixabin Navenda Leşkerî ya Keywan hatiye valakirin û ev yek jî bûye sedem ku eniya 5 jî bê valakirin.”
Attachments area




