26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK û YNK: Bila aliyên navdewletî çavdêriya diyaloga me û Bexda bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- PDK û YNK îro derbarê rewşa dawî ya Kurdistan û Iraqê civiyan û piştî civînê daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û tê de ragihandin ku wan li ser 5 xalan li hev kirine. Di xala çarem de daxwaz dikin ku diyalogeke vekirî di navbera Hewlêr û Bexda de bi çavdêriya aliyên navdewletî destpê bike.

Li gorî daxuyaniyê, PDK û YNK li ser 5 xalan li hev kirine û arasteyê raya giştî ya Kurdistanê, hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî kirine.

Xalên daxuyaniya PDK û YNK bi vî awayî ne:

“Yekem: Tekezî li ser yekrêziya gelê me û hêzên siyasî yên Kurdistanê hat kirin, ku garantiya cîbicîkirina erkên hevbeş e di vê qonaxê de dike.

Duyem: Civînê rijdbûna xwe li ser çareserkirina hemû pirsgirêkan, bi diyalogeke bê merc a berpirsane û sazîner di navbera Hewlêr-Bexdayê de radigihîne.

Sêyem: Hêzên Kurdistanî, niha jî her amade ne gotûbêjeke bê merc û vekirî û sazîner, li ser bingeha berjewendiyên Bexda û Hewlêrê û prensîpên destûrî, encam bidin.

Çarem: Civînê di berjewendiya hemû aliyan de dibîne, ku aliyên siyasî yên sereke yên Iraqê û Kurdistanê, beşdarî di danûstandinên navbera Herêmê û Bexdayê de bikin. Herwiha aliyên navdewletî jî çavdêriya proseyê bikin.

Pêncem: Li ser pirsgirêkên serbazî û ewlehiyê, li navçeyên derveyî Herêma Kurdistanê, yan li her cihekê din, hemû cure destwerdaneke serbazî, yan livandina hêzê û gef û fişarê, ji bilî metirsiyên bo ser pêwendiyên Herêmê û Bexdayê, gef in li ser her cure hewleke rastgoyane bo çareseriya aşiyane ya pirsgirêkan. Herwiha rasterast binpêkirina yasa û rêkaran e ku biryar li ser hatine dan, ku hêzên çekdarên Iraqê nabe bo yekalîkirina pirsgirêkên siyasî yên navxweyî werin bikaranîn.”
 

Nûçeyên têkildar