25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK û YNK: Peyama me bo Bexdayê diyaloga bêmerc e..Referandum nayê hilweşandin

Çavkanî: KDP.info

Dokan-KDP.info- PDK û YNKê civîneke girîng lidar xistin û piştî civînê Nêçîrvan Barzanî û Mela Bextiyar kongreyeke rojnamevanî lidar xistin û tê de tekez hat kirin ku PDK û YNKê peyama diyalogeke bêmerc pêşkêşî Bexdayê dikin. Herwiha tekez jî hat kirin ku encama referandumê nayê hilweşandin.

Civîna PDK û YNKê bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokomarê Fûad Mehsûm li Dokan bo gotûbêjkirina rewşa dawî ya Kurdistanê û Kerkûkê birêve çû.

Piştî civînê Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî û Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar kongreyeke rojnamevanî lidar xistin.

Di serî de, Mela Bextiyar ragihand ku civîna wan pir serkeftî bû û dilê gelê Kurdistanê xweş dike, ku PDK û YNKê peyama diyalogeke bêmerc pêşkêşî Bexdayê dikin.

Di wê kongreyê de Nêçîrvan Barzanî wiha axivî: “Em tekez dikin ku prgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de dikarin bi diyalogeke vekirî bên çareserkirin. Em hêvîdar in ti gavê pirsgirêkên Hewlêr û Bexda bi çekan neyên çareserkirin, ji ber ku çek pirsgirêkan çareser nake. Hikûmeta niha ya Iraqê çiqasî bi hêz be, qet nabe wek hikûmeta berê ya Iraqê ku nikarîbû îradeya me binpê bike. Em hêvîdar in Bexda qet hizra bikaranîna hêzê li dijî me neke, ji ber ku bikaranîna hêzê ne di berjewendiya wan de û ne di ya me de jî. Berjewendiya me herdu aliyan diyalog e û em piştrast in ku emê bi diyalogê bighên encameke hevbeş. Ji bo diyaloga ligel Bexdayê jî encama referandumê nayê hilweşandin.”
 

Nûçeyên têkildar