Mehmûd Osman: Em yekgirtî bin dê Bexda nikaribe me bişkîne

Hewlêr-KDP.info- Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman dibêje, eger aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê yekhelwêst û yekgirtî bin, dê Bexda nikaribe me bişkîne û dê neçar bibe ku gotûbêjan ligel me bike.
Hin kes dibêjin ev aloziya di navbera Hewlêr û Bexda de ji ber referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê ye, lê siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman ji malpera KDP.info re wê yekê red dike û dibêje: “Beriya referandumê jî û di dema şerê DAIŞê de nêta wan hebû ku daxwaza navçeyên Kurdistanî yên rizgar bikin û bi zorê ji Pêşmerge bistînin, lê piştî referandumê wan ev pirsgirêk mezintir kirin. Em Kurd daxwaza gotûbêjan dikin û em neamade ne wan navçeyan radestî hêzên Iraqê bikin, eger bi zorê jî bên, emê bergîriyê li xwe bikin.”
Osman wiha got: “Tişta ku girîng e ku em yekhelwêst û yekdeng bin, ji ber ku eger em yekîtiya xwe biparêzin dê rewş baştir bibe û ne Bexda dikare me bişkîne û herwiha dê Bexda neçar bibe ku gotûbêjan ligel Kurdistanê bike. Bi taybetî jî yekhelwestiya PDK û YNKê girîng e. Eger Bexda zanibe ku Kurd neyek in, dê gefên xwe cîbicî bike.”
Derbarê helwesta Amerîka li ser van aloziyên dawî, Dr. Mehmûd ragihand: “Amerîka hatiye ser xetê. Nûnerê Serokê Amerîka Brêt Mekgork li Bexdayê ye û li wir ligel berpirsên Iraqê dicive û ji wan re dibêje, çênabe şer derkeve, herwiha dibe ku serdana Herêma Kurdistanê jî bike, ji bo ku danûstandin di navbera Hewlêr û Bexda de destpê bike.




