Keçek li kemipa Dumîz canê xwe ji dest da

Rêveberê giştî yê saxlemiyê li parêzgeha Duhukê duhî ragehand, zaroka li kemipa Dumîz canê xwe ji destdayî ne ji egerê derzîk dananê bû, herweku hindek dezgehên ragehandinî belavkirî.
Dr. Nizar Ismet got: Zaroka navibirî jiyê wî şeş sal bûn û tûşî tayê û zikçûneka dijwar bûbû, piştî seredana bingehê saxlemiyê li kemipê kirî çareseya wê hatî ye kirin û ji ber Dijwariya zikçûna wê hate veguhastin bo nexuşxana Hîvî ya zarokan û çareserî li wêrê jî bo hatekirin, lê ji ber taya zêde û çûna hinavên wê giyanê xwe ji dest da ye.
Dr. Nizar diyarkir li dûv dovçûnên destpêkî vayirusekê jehrawî di nava leşê wê de peydabbû û kartêkirin li mêşkê wê kirî ye.




