Fazil Mîranî: Bo konfedraliyê mercê Kurdistanê heye

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî dibêje, konfedralî ligel Iraqê pirojeyekî baş e, lê bi mercê ku itîrafê bi dewleta me bikin.
Fazil Mîranî ji tilivizyona War re ragihand: “Konfedralî baş e, lê bi mercê ku deselata Bexda me xeşîm nebîne û nebêjin werin em nêrîna gel bizanin, ji ber ku piraniya gel ji wan e û gel qebûl nake. Eger dewleta Kurdistan nas bikin, wê gavê em amade ne li ser konfedraliyê ligel wan biaxivin.”
Mîranî tevlî şîna Mam Celal bibû li Hewlêrê û li wir ragihand: “Em di qonexekê de ne ku pêwîstiya me bi yekrêzî û lihevkirina siyasî heye. Pêwîstiya me bi wê yekê heye ku em ji cîhanê re bêjin em xwediyê axa xwe ne û me şaşîtiyeke wisa mezin nekiriye ku dijayetiya me dikin, tenê me proseyeke demokrasî kiriye.”




