Nêçîrvan Barzanî bo NY: Em ligel diyalogê ne

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Nûnerê Taybet ê Sekreterê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jan Kubiş civiya û herdu aliyan behsa karvedanên welatên cîhan li hemberî referanduma Başûrê Kurdistanê kirin.
Di wê hevdîtina ku duhî birêve çû, pêşhatên dawî yên piştî referandumê û rawestandina geştên balafiran bo Hewlêr û Silêmaniyê û helwesta Bexda piştî referandumê, kirin.
Nêçîrvan Barzanî tekez li ser helwêsta Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji bo çareserkirina arîşeyên Hewlêr û Bexdayê bi riya diyalog û gotûbêjan, herwiha derbarê vê yekê de jî rola Neteweyên Yekbûyî bi girîng dît û tekez jî kir ku Kurdistan dixwaze rewş aram bibe.
Serokwezîrê Kurdistanê û Jan Kubiş behsa karvedanên welatên cîran û civaka navdewletî derbarê referandumê kirin û derbarê vê yekê de jî Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku ev pêngava Herêma Kurdistanê qet nabe gefek li ser welatên cîhan û dê bibe sedema zêdetirkirina aramiyê li navçeyê û Kurdistan berdewam destê aştiyê bo cîranê xwe dirêj dike û dê li ser vê siyasetê jî berdewam be.




