26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Demîrtaş: Divê Kurdistaneke xweser û serbixwe çêbe

Çavkanî: KDP.info

Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, li Roboskiyê diyar kir ku heke Kurdistaneke kurdan hebûya dê dewletê nekaribûya 34 gundiyên Roboskiyê bikuje û wiha got: “Dê Kurdistaneke kurdan jî çêbe. Ev Kurdistan xweser jî be, federe jî be, serbixwe jî be muheqeq divê çêbe.”
Bi hezaran kes di bin pêşengiya BDP’ê de, ji bo şermezarkirina komkujiya Roboskiyê ji gelek bajarên Bakur berê xwe dan Roboskiyê. Hevserokên BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Gultan Kişanak, parlamenterên BDP’ê, nûnerên saziyên sivîl ên kurd, hunermend Ferhad Tunç jî tevli merasima Roboskiyê bû.

 Hevserokê BDP’ê Demîrtaş, li vir axaftinek kir. Demîrtaş, diyar kir heke Kurdistaneke kurdan heb3uya dê dewletê nekaribûya bi balafirên şer 34 gundiyên Roboskiyê qetil bikira û wiha axivî: “Dê Kurdistaneke kurdan jî çêbe. Ev Kurdistan xweser jî be, federe jî be, serbixwe jî be muheqeq divê çêbe. Dibêjin ev qaçaxçî ne. Ev ne qaçaxçî ne. Aliyê din ê çiya Kurdistan û ev aliyê çiya jî Kurdistan e. Kurd di navbera gundên xwe de, li welatê xwe bazirganî dikin, danûstandin dikin. Li vir tiştê qaçax sînorê di navbera Kurdistanê ye. Tiştê qaçax feraseta Komara Tirkiyeyê ye.” Demîrtaş, destnîşan kir bi komkujiya Roboskiyê xwestine pêşiya avakirina Kurdistanê bigrin û ji bo avakirina rêveberiya Kurdistanê banga yekitiyê li kurdan kir.

 

Nûçeyên têkildar