26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hevpeymana Navdewletî: Emê perwerdeya Pêşmerge zêdetir bikin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraqê General Robert White û şanda pê re kir.

Di civînê de, piştî rewşa siyasî û leşkerî yên navçê û monorên leşkerî yên welatên cîran li ser sînorê Herêma Kurdistanê, şerê li dijî terorê hat guftûgokirin. Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê tekezî li wê kir, helwesta Herêma Kurdistanê ya beşdariya aktîv di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî terorê nayê guhartin.

Her di wê civînê de, her du aliyan çawaniya ferehkirina hevkariyên ewlehî û leşkerî guftûgo kirin, ji aliyê xwe ve jî Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Iraqê, ji bilî ku qehremanî û qurbanîdana hêza Pêşmerge li dijî terorê bilind nirxand, amadehiya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji bo ferehkirina hevkariyan, hevahengî û rahênankirina zêdetir bi hêza Pêşmerge dupat kir.

Nûçeyên têkildar