26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Jidestdana Mam Celal ziyaneke mezin e bo gelê Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyameke televizyonî de ji ber koça dawî ya Mam Celal ragihand ku baştirîn wefa bi canê Mam Celal û bi hezaran şehîdên Kurdistanê, yekrêzî ye.

Îro sêşemî 3ê Cotmeha 2017ê Serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Celal Talebanî li nexweşxaneyekê li Almanyayê koça dawî kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya Mam Celal Talebanî ji gelê Kurdistanê re peyameke televîzyonî pêşkêş kir.

Serok Barzanî di vê peyama xwe de xemgîniya kûr a xwe li hember koça dawî ya serkirdeyê Kurdistanê û hevalê xwe yê dêrîn anî ziman û serxweşî li tevahiya gelê Kurdistanê, malbata wî, hevjîna wî Hêro Îbrahîm Ehmed û her du kurên wî Bavil û Qubad Talebanî kir.

Serok Barzanî herwiha di peyama xwe ya îşev de got: “Ji destdana serkirdeyekî mezin weke Mam Celal zirareke mezin e bo gelê Kurdistanê.”

Barzanî diyar kir, ku wî dosteke xwe yê dêrîn ji dest da û tekez kir: “Di qonaxa têkoşînê û xebata bo rizgariyê de min û Mam Celal, me qonaxên gelek nexweş derbas kirin.”
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha diyar kir, ku ji ber koça dawî ya Talebanî, bo heyama heftiyekê li tevahiya Kurdistanê şîna giştî ye.

Mesûd Barzanî got, baştirîn wefa bo Mam Celal berdewamîdan bi rêbaza wî û rêya rizgariya gelê Kurdistanê ye. Herwiha bihêzkirina yekrêziya me ye, her bi wê riyê jî em dikarin bighên wan armancên pîroz ên rêber û hezaran şehîdan.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji ber wefata Mam Celal, hefteyek şîna giştî li Kurdistanê ragihand.
 

Nûçeyên têkildar