26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Mam Celal xwedî roleke girîng bû û nayê jibîrkirin

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke sersaxiyê bi boneya koça dawî ya Celal Talebanî belav kir û tê de ragihand: “Mam Celal roleke giring û ji bîr nekirî hebû di şoreşa Kurdistanê û têkoşîna demokrasiyê li Iraqê de û xwediyê navbangeke cîhanî bû.”

Îro sêşemî 3ê Cotmeha 2017ê Serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Celal Talebanî li nexweşxaneyekê li Almanyayê koça dawî kir.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Îro gelê Kurdistanê û Iraqê, azadîxwaz û têkoşrekî mezinê azadiya Kurdistanê û demokrasiya Iraqê ji dest da ku ew jî cenabê Mam Celal e. Bi vê boneyê ez pirse û serxweşiyên xw eû Hikûmeta Herêma Kurdistanê digihînim hemû gelê Kurdistanê, gelê Iraqê, Hêro Xan û kek Qubad Talebanî û kek Bavil Talebanî û hemû malbata cenabê Mam Celal Talebanî û polîtboru û serkirdatiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha daye xuyakirin: “Cenabê mam Celal roleke mezin di şoreşa Kurdistanê de hebû, her ji temeneke zû ya lawîtiya xwe de tevli tevgera rewşenbîrî û siyasî ya Kurdistanê bû, weke serkirdeyekî rola wî di xebata Partiya Demokrata Kurdistanê de hebûye û damezrênerê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bû ku hevşan li gel Partiya Demokrata Kurdistanê roeke giring di sores, diristkirina Eniya Kurdistanî, Raperîn û parastina dezgehên demokratîk û rewa yên Kurdistanê de dît.”
Serokwezîrê Kurdistanê wiha domand: “Rola Mam Celal di xebata dijî diktatorî û bicîanîna demokasiyê li Iraqê roleke girin e ku tu carî nayê jibîr kirin. Xwedêjêrazî serok Mam Celal ligel serok Barzanî û serkirdeyên din yên demokratîxwaz, di karkirin û pêdagirî li ser avakirina Iraqê li ser sîstema demokrasî û medenî, wekheviya neteweya kurd û ereb, parastina mafê tikmen, kirîstiyan û hemû netewe û pakrewanên ol û mezheb din li Iraqê, bicîkirina pirensîpê tewafiqê weke esasê biryardan û rêvebirinê li gor destûra Îraqê, roleke herî ber bi çav hebû.

Mam Celal weke serokomarê Îraqê li Bexdayê, ji bona bicîkirin û parastina destûrê hertim di nav xebatên berdewam de bû. ji ber pirîstîja wî ya taybet li cem hemû hêzên Iraqê û ji ber lêhatiya wî heta radeyekê karî gelek rêgirîyê li binpêkirina bingehên tewafiq û îhmalkirina destûrê bike, her ji ber vê yekê jî me dît piştî nexweşketina Mam Celal û dûrketina wî ji posta serkomariyê li Bexdayê, binpêkirina destûr û bingehên tewafiqê li Iraqê gelek zêdetir bûye û ji encamê vê yekê jî pirosesa siyasî li Iraqê seqet bûye û karesat û malwêranî ji bo hemû Îraqê gelek zêdetir bûne. Mam Celal bi wî awayê karkirina xwe li posta serokomariyê, bibû xwedî navdengiyeke cîhanî.

Têkeliyên min û Mam Celal, têkeliyên gelek baş û qedirgirtin û lihevtêgehiştina berdewam bû, gelek ji wan pirsgirêkên diketin pêşiya me dibûne beşek ji danûstandin û têkeliyên berdewam yên navbera me de, encam jî hertim çareserî bû. Digel min, ji bona çareserkirina pirsgirêkan, ew hertin xwediyê mejiyeke vekirî bû.

Jidestdana serkirde û siyasiyekî weke Mam Celal, ji bo Kurdistan, Îraq û deverê ziyaneke mezin e. Careke din sersaxiyê li hemû wan dikim yên ku Mam Celal xweş diviya û hêvîdarîn hemû aliyek hizir di awayê karkirina Mam Celal de bikin di rêvebirina karan de bi tewafiq li Iraqê.”
 

Nûçeyên têkildar