26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hikûmeta Kurdistanê bersiva Bexda da: Gelê me biryara paşeroja xwe da û em jê venagerin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di daxuyaniyekê de bersiva Hikûmeta Iraqê da û ragihand ku gelê Kurdistanê biryara pêşeroja xwe da û qet veger ji wê biryarê tune ye.

Berdevkê Ofîsa Serokwezîrê Iraqê Sead Hedîsî di daxuyaniyekê de daxwaz ji Herêma Kurdisanê kiribû ku pêbendî destûrê Iraqê be û encama referandumê hilbiweşînin, herwiha Hêzên Pêşmerge ji navçeyên Kurdistanî vekşin.

Derbarê wan daxwazên Hikûmeta Iraqê, Berdevkê Hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî daxuyaniyek da û ragihand: “Yekem: Bi ti awayekî destûrê Iraqê rêgirî li encamdana referanduma me nekiriye. Diyarkirina çarenivîsa gelê Kurdistanê ne li dijî destûrê Iraqê û ne jî li dijî yasayên navdewletî ye. Duyem: Hilweşandina encama referandumê ne karekî hêsan e û ew biryara ne di destê Hikşmeta Kurdistanê û ne jî di destê aliyên siyasî de ye, lê belê girêdayî xelkê Herêma Kurdistanê, ku gelê Kurdistanê di çarçoveya wê referandumê de biryara pêşeroja xwe daye. Sêyem: Derbarê daxwaz we ji bo vekişandina Hêzên Pêşmerge ji navçeyên Kurdistanî, em dibêjin Pêşmerge ew navçe ji terorîstan rizgar kirin û bê cudahî xelkê wan parastin, ji ber ku Pêşmerge ne hêzeke biyanî ye û li gorî destûra Iraqê beşek e ji Artêşa Iraqê, dê li wan navçeyan bimînin.”

Hikûmeta Kurdistanê di dawiya daxuyaniya xwe de ragihand: “Em berdewam tekez dikin li ser destpêkirina diyalog û danûstandineke ciddî di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo çareserkirina tevahiya pirsgirêkan, niha jî bi heman awe em tekez dikin li ser peyama diyalog û gotûbêjan ji bo ku rewş aram bibe û pirsgirêk çareserbibin.”
 

Nûçeyên têkildar