Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Amerîka tekez li ser diyalogê kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Balyozê Amerîkayê Bexdayê Douglas Silliman û Serkonsalê Amerîkyê yê Hewlêrê Ken Gross kir.
Di hevdîtinê de Balyozê Amerîkayê Bexdayê Douglas Silliman xweşhaliya xwe bo hevdîtina li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê anî ziman û her du aliyan behsa rewşa navçeyê, Iraq û Herêma Kurdistanê ber û piştî proseya referandomê hate kirin.
Herwiha her du alî li ser wê yekê hevnerîn bûn ku, divê hemû aliyên navxweyî û navnetewî hawil bidin rewşê aram bikin û diyalokeke cidî di navbera Hewlêr û Bexda bo çareserkirina pirsgirêkan destpê bike.




