26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mam Celal koça dawî kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî tê YNKê Celal Talebanî li Almanya koça dawî kir.

Îro 3-10-2017 Celal Talebanî li Almanyayê koça dawî kir.

Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî ji bo çareseriya pizîşkî roja 11-09-2017ê çûbû Almanyayê.

Serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî, roja 17ê Kanûna 2012ê li Bexdayê krîza mejî derbas kir û rewşa wî ya tendurustiyê têk çû, paşê ji bo çareseriyê bo nexweşxaneyeke Almanyayê hat şandin.

Piştî çareseriyê Talebanî roja 19-07-2014 vegeriya Silêmaniyê. Piştre careke din bi mebesta çavdêriya pizîşkî Celal Talebanî bo Almanyayê û paşê jî bo Nemsayê hat şandin û di Îlona 2016ê de jî vegeriya Silêmaniyê.

Nûçeyên têkildar