26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Parlementerê HDPê: Divê Tirkiye rêz li encama referanduma Kurdistanê bigre

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Parlementerê HDPê yê Amedê Altan Tan li ser bertekên rayedarên Tirkiyê yên di derbarê referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê de ragihand: “Divê Tirkiye aram be û li Herêma Kurdistanê encameke bi çi rengî derkeve, divê rêz lê were girtin.”

Parlementerê HDPê yê Amedê Altan Tan îro li Parlementoya Tirkiyê li ser referanduma serxwebûna Kurdistanê konferanseke rojnamevaniyê pêk anî û tê de diyar kir, ku heta hefteyek beriya encamdana referandumê jî li Tirkiyê bêdengî hebûye û piştî ku dema referandumê nêzîk bûye rojeva Tirkiyê gelek germ bûye.

Parlementerê HDPê li ser gotinên "yekîtiya axa Iraqê û yekîtiya axa Sûriyê" bertek nîşan da û got: “Gelo li holê dewleteke bi navê Iraq maye? Him gelo di dîrokê de bi navê Iraq û Sûriyê dewlet hebûn? Hûn bi xwe dibêjin bi rêkevtina Sykes-Picotê pêvajoyek dest pê kiriye. Iraq niha bi kirdarî dabeş bûye.”

Tan amaje bi wê yekê kir, ku li Rojhilata Navîn nêzîkî 40 milyon Kurd hene û got: “Ew naxwazin cuda bibin, lê hûn jî werin projeyên xwe yên di derbarê Kurdan de aşkere bikin, gelo Kurd li Iraq bila çi bikin?”.

Parlementerê Amedê bal kişande ser wê yekê ku suniyên Ereb ên li Mûsilê jî naxwazin li gel Bexdayê bin û got: “DAIŞ ji Mûsilê çû Heşda Şeibî hat. Divê Tirkiye aram bibe û li referanduma Herêma Kurdistanê encameke bi çi rengî derkeve, divê rêz lê were girtin.”

 

Nûçeyên têkildar