26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serkirdatiya Siyasî ya Kurdistan-Iraq: Em ji biryara 25ê Îlonê venagerin

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Bo yekemîn car daxuyaniyek li ser navê “Serkirdatiya Siyasî ya Kurdistan-Iraq” hat weşandin û tê de tekez hat kirin ku ti gef û fişarek wê (gelê Kurdistanê) ji biryara 25-09-2017 paşve venagerîne.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Di civînê de piştî nirxandina pêşhatên dawîn ên siyasî û herwiha pevguhertina nêrînan li ser bertekên civaka navdewletî û rêkar û bertekên Bexdayê li hember dengê aştiyane yê gelê Kurdistanê û referandumê û çawaniya serederîkirin li gel bertekan û pêşbînîkirina helwest û pêngavên dahatî, amadebûyên civînê gihîştin van encam û biryarên li xwarê.”

Daxuyanî di heft xalan de behsa naveroka civînê dike ku bi vî awayî ye:

Yekem: Civînê spasiya hemû hevwelatiyên Kurdistanê û pêkhateyên netewî û olî û aliyên siyasî kir, ku bo yekrêzî û hevdengî û bi şêweyekê aştiyane û şaristanî beşdarî di proseya referandumê de kirin û ew serkevtina dîrokî li gelê Kurdistanê pîroz kir.

Duyem: Civînê spasiya erk û westiyana Encumena Bilinda Referandumê dike ku piştî cîbicîkirina proseya referandumê dawî bi erkên xwe aniye.

Sêyem: Civînê tekezî li ser berdewamiya zimanê diyalogê li gel Bexdayê û helwest û peyama aştîxwazane ya gelê Kurdistanê bo Iraqê û cîranan dike û pêşwazî li bangewaza Ayetullah Seyid Sîstanî derbarê bikarbirina diyalogê dike û bi şêweyekê fermî jî bersiva wê bangewaza Ayetullah Seyid Sîstanî dide.

Çarem: Civîn tekezî li ser parastina seqamgîriya Herêma Kurdistanê dike û her cure gef û sepandina cezayên bi kom li ser xelkê Kurdistanê red dike û piştevaniya xwe jî bo bersiva parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember biryar û rêkarên bilez ên Bexdayê yên li dijî xelkê Kurdistanê dubare dike.

Pêncem: Civîn civaka navdewletî ji wê yekê piştrast dike, ku referandum û dengê aştiyane yê gelê Kurdistanê bi ti awayekê gefê li ser seqamgîrî û aştiya deverê çê nake û xwasteka sereke ya gelê Kurdistanê, aştî û pêkvejiyan e û daxwaz kir, ku civaka navdewletî rêzê li îrade û dengê aştî yê gelê Kurdistanê bigire.

Şeşem: Civînê zêdebarî derbirîna destxweşî û pêzanînê bo rola dezgehên ragihandinê ku roleke baş di proseya referandumê de hebûne, tekezî li ser wê kir, ku pêwîst e rola ragihandina navxwe di xizmet û berjewendiya netewî û niştimanî de be û amadebûyên civînê li ser wê yekê hevnêrîn bûn ku pêwîst e di çarçoveya yasayê de sînorek bo wan hewlan were danîn, ku di arasteya dijatîkirina mafên gel û çêkirina şerê derûnî (psykolojî) û binpêkirina serkevtinên gelê Kurdistanê de kar dikin.

Heftem: Civînê yekrêzî û yekgotariya hêz û aliyên siyasî bi klîda parastina serkevtinên gelê Kurdistanê da zanîn û tekezî li ser rewatiya biryara gelê Kurdistanê û berevanîkirina li vê biryarê û deskevtan kir. Civînê tekezî kir, ku gelê Kurdistanê bi awayekê berxwedêrane rijd e lis er diyalogê, bi piştgirêdana bi mekanîzma aştiyane û ti gef û fişarek wê (gelê Kurdistanê) ji biryara 25-09-2017 paşve venagerîne.

Serkirdatiya Siyasiya Kurdistan-Iraq
01-10-2017

Nûçeyên têkildar