26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Êzdiyên Almanya nameyek gihandin Mêrkl: Piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bikin

Çavkanî: KDP.info

Almanya-KDP.info- Kesayetiyeke Êzdî li Almanya dibêje, me weke Mala Êzdiyan li Almanya nameyek derbarê serxwebûna Kurdistanê pêşkêşî Şêwirmenda Almanya Angêla Mêrkl kiriye û tê de daxwaza piştgiriyê kiriye bo serxwebûna Kurdistanê.

Hesen Qewal Reşîd, kesayetiya Êzdî li Almanya ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî ragihandina encama referandumê me wek Mala Êzdiyan nameyek derbarê referanduma Başûrê Kurdistanê pêşkêşî Angêla Mêrkl kir.”

Derbarê wê nameyê de jî, Hesen Qewal wiha got: “Di naveroka wê nameyê de hatiye ku Kurdistan roja 25ê Îlonê biryar da û gelê Kurdistanê % 92.7 got Erê ji serxwebûna Kurdistanê re. Lewma jî em wek Mala Êzdiyan daxwaz ji we dikin ku hûn piştgiriyê li Kurdistanê bikin, herwiha em daxwaz ji welatên Ewropa jî dikin ku hemû piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bikin û Kurdistanê bi tenê nehêlin, ji ber ku gelek pêkhate û olên cuda li Kurdistanê hene û Kurdistan bûye welatê pêkvejiyanê û em wek Êzdî dixwazin Kurdistan wek xwe bimîne û bighê serxwebûna xwe.”
 

Nûçeyên têkildar