Wezîrê Brîtanya bo Barzanî: Piştî referandumê dest bi gotûbêjan bikin

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Bergirî yê Brîtanya Makl Falkon di nameyekê de bo Serok Barzanî nivîsandiye: “Niha ku referandum hatiye kirin, em daxwaz ji we dikin ku hûn û Bexda û cîranên xwe dest bi gotûbêjeke baş bikin, da ku hûn bighên çareseriyeke guncaw bo hemû aliyan û bi awayekî rê û pêk û hêmin.”
Roja 27ê Îlonê Makl Falkon di nameyekê de bo Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî spasiya Serok Barzanî dike li ser mêvandariya wî û gotûbêjên zelal di navbera wan de di dema serdana wî de bo Kurdistanê û gotûbêjan wan li pirsa referandumê.
Di beşeke din a nameya xwe de, Wezîrê Bergiriyê yê Brîtanya pesnê gelê Kurdistanê dide ku di sengerên pêşî yê şerê li dijî terorê de ne û bi hezaran şehîd û qurbanî di wî şerî de dane.
Makl Falon ji Serok Barzanî re nivîsandiye: “Niha ku referandum hatiye kirin, em daxwaz ji we dikin ku hûn û Bexda û cîranên xwe dest bi gotûbêjeke baş bikin, da ku hûn bighên çareseriyeke guncaw bo hemû aliyan û bi awayekî rê û pêk û hêmin.”
Wezîrê Brîtanî di dawiya nameya xwe de Serok Barzanî han dide ku berdewam bin li ser şerê li dijî DAIŞê bi awayekî ku nedin fitneyê di navbera Kurdistan û Iraqê di şerê li dijî terorê û ji bo ku navçeyên azadkirî bi hêminî û aramî bimînin.




