Hikûmeta Kurdistanê: Em biryarên hikumet û parlamentoya Iraqê qebûl nakin

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî civiya û piştî gotûbêjkirina helwest û gefên Iraqê û biryarên Bexdayê yên li dijî Kurdistanê, ew biryar bi temamî red kirin.
Îro Pênşemê 28.09.2017 encûmena wezîran bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.
Encumena wezîran destxweşî û pîrozbahiya serkevtina referandûmê li gelê Kurdistanê kir, ku di proseyeke demorkatîk û şaristanî de xwasteka xwe bo cîhanê nîşan da û tekez kir, ku proseya referandûmê li gor destûra Iraqê û yasayên navdewletî ye.Dûpat kir, ku bo qonaxa dahatî û çareserkirina hemû pirsgirêkan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo gotûbêj û danûstandinan amade ye.
Encumena wezîran, welatên cîran û deverê piştrast kir ku referandûma Herêma Kurdistanê bi ti şêweyekê nabe gef li ser asayişa netewî ya ti welatekê û çawe ku di zêdetir ji 25 salên bihorî de nîşandaye , ku gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hertim cihê aramî û aştiya deverê bûye, dê herdem wiha bi vî awayî bimîne, tekezî li ser pabendbûna xwe jî bi berdewamiya pêwendiyên li gel welatên cîran û deverê û cîhanê li ser bingeha rêzgirtina li hevdu û berjewendiya hevbeş kir.
Encumena wezîran tevahiya wan biryaran red kir, ku duh ji aliyê parlamento û hikûmeta Iraqê li dijî Herêma Kurdistanê derketin û ew biryar weke cezakirina bi kom a gelê Kurdistanê da naskirin, tekez jî kir, ku ew biryar nedestûrî û neyasayî ne û dîrek rengvedana vê hizirkirinê û vê lojîkê ne ku di bingeh de Herêma Kurdistanê metirsî û pirsgirêk li gel vê hizirkirinê û lojîkê de heye û bi ti şêweyekê hevbeşî qebûl nekiriye û amade nebûye mafên destûrî yên gelê Kurdistanê bide.
Encumena wezîran a Herêma Kurdistanê tekez kir, ku Herêma Kurdistanê amade ye li gel Iraqê bikeve danûstandin û gotûbêjê bo çareserkirina arîşeyan. Di heman demê de encumenê tekezî li ser wê jî kir, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêkarên yasayî bo îtîrazkirina li ser nedestûrîbûn û neyasayîbûna wan biryaran bi kartîne.
Derbarê biryara daxistina çola firokeyan li ser herêma Kurdistanê û qedexekirina geştên firokeyan li firokxaneyên navnetewî yên herêma Kurdistanê encûmena wezîran dûpat kir ku, ew biryara bi temamî ne yasayî û ne destûrî ye ji ber ku, li gor yasa û peymanên navnetewî bi ti awayî nabe rêgirtin ji geşta welatiyan were kirin û weke fişarekê bikarbîne.
Encûmena wezîran da zanîn ku, tevî xirabiya rewşa darayî û aborî herêma Kurdistanê weke her car bi berdewamî alîkariya penaberên Iraqê kiriye û ev biryara parlemento û hikumeta Iraqê ti karekeî nerênî li ser pêwendiyên xelkê û hikumeta herêma Kurdistanê li gel penaberan nake.
Piştî bidawîhatina civînê, serokatiya parlamentoyê li ser encamên civînê daxuyaniyek weşand ku tê de dide xuyakirin li ser van xalên li jêr li hev kirine:
1- Hikûmeta Herêma Kurdistanê û komîteyên peywendîdar yên parlamenoya Kurdistanê dê li ser amadekirina sîstema nû ya miaşê karmendên Kurdistanê ku hikûmetê reşnivîsek jê re amadekiriye, bicivin.
2- Xweamadekirina ji bo damezrandina sindoqa dahatiniyê neftê û destnîşankirina kandîdatan ji bo rêvebirina wê sindoqê.
3- Di navbera parlamento û hikûmetê de hevahengiyeke baş li ser tev pirsa hebe.
4- Piştî ev pirs hemû tên amadekirina, parlamentoya Kurdistanê civîneke taybet ji bo minaqeşekirina wan pirsan saz dike.




