26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Kosret Resûl: Biryara gelê Kurdistanê dîrokî ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û cîgîrê wî Kosret Resûl Elî bo gotûnêjkirina pêşhatên herî dawîn ên li deverê û Iraqê û helwesta Bexdayê û welatên derdorê li hember referandumê û biryara gelê Kurdistanê civiyan.

Îro Pênçşema 28ê Îlona 2017ê li bajarokê Pîrmamê yê girêdayî Hewlêrê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî kir.

Di vê hevdîtinê de Mesûd Barzanî û Kosret Resûl pêşhatên siyasî yên herî dawî yên li Iraqê û deverê nirxandin.

Herwiha Serok Barzanî û Kosret Resûl derbarê helwesta Bexdayê û welatên derdorê ya li hember referandumê û biryara gelê Kurdistanê de jî gotûbêj kirin.

Serok Barzanî û Kosret Resûl biryara gelê Kurdistanê ya di referanduma roja 25ê Îlona 2017ê de û beşdariya berfireh a cemawerê Kurdistanê û çîn û tuwêj û pêkhateyan di wê referandumê de bilind nirxandin û bi dîrokî wesif kirin.

Herwiha di vê civînê de Serok Barzanî pêzanînên xwe ji bo rol û hewlên berdewamên Kosret Resûl Elî di serxistina proseya referandumê de û bi taybetî li Kerkûkê anî ziman û spasî û destxweşî li wî kir.
 

Nûçeyên têkildar