Serkirdeyekî PDKê: Ebadî pêngavên serxwebûnê bileztir dike

Hewlêr-KDP.info- Endamekî serkirdayetiya PDK amaje bi wê yekê dike ku, gef û êrîşên serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li dijî Kurdistanê wiha dike ku, xelkê Kurdistanê li ser damezrandina dewleta Kurdî bihtir rijd bin.
Endamê serkirdayetiya PDKê Necat Hesen ji BasNewsê re ragihand ku, biryar û karvedanên Ebadî seyr bûn, ew biryar ji encama nezanîn û nedesthelata xwe ye, ew biryar ji bo xelkê Kurdistanê dide zanîn ku, em bi salan ligel vê eqliyetê jiyabûn, lê piştrastbin ku, cîhan hemû ligel serxwebûna Kurdistanê ye.
Wî serkirdeyê PDKê da zanîn ku, di paşerojê de dê bi awayeke nû pêwendî ligel hemû cîhanê re bê kirin, hemû alî dê kar li ser wê yekê bikin ku, em bibin xwediyê weletekî aram li navçeyê û bibine nimûneya pêkvejiyanê.




