Parlamenterê PDKê: Biryarên Bexda nayên cîbicîkirin

Bexda-KDP.info- Serokê Frakisyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Dr. Erefat Kerem ragihand ku biryarên Parlamentoya Iraqê siyasî ne û bê Kurdan hatine dan, lewma jî bila xelkê Kurdistanê baş zanibin ku ew biryar nayên cîbicîkirin.
Dr. Erefat Kerem ji malpera KDP.info re ragihand: “Her biryarek ku ji Parlamentoya Iraqê derkeve, pêwîst e bi rêkeftin be ligel hemû aliyan, lewma jî ew biryarên ku îro li Parlamentoya Iraqê derketin siyasî ne û li dijî destûrê Iraqê û Herêma Kurdistanê ne, ku şerekî derûnî jî li dijî Herêma Kurdistanê.”
Kerem wiha got: “Bexda wan hemû pirsgirêkan derdixe ji ber ku nêzîkî hilbijartinan bûye û herwiha Dewleta Qanûn a Malikî jî guvaşan li Ebadî dike û wî neçar dikin ku wan axaftinan bike. Lê deryê Herêma Kurdistanê jî gotûbêjan re vekirî ye, ji bo ku em bibin 2 cîranên baş. Bila xelkê Kurdistanê ji wan biryarên Iraqê netirsin, ji ber ku neyasayî û nedestûrî ne.”




