26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Yekîtiya Ciwanên Cîhanê: Barzanî paşerojeke geş bo Kurdistanê dibîne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Yekîtiya Ciwanên Cîhanê Felah Hesen dibêje, em îro ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barznaî civiyan û di wê civînê de gotinên Serok Barzanî pir bi geşbînî bûn û diyar dibû ku ew paşerojeke geş bo Kurdistanê dibîne.

Di pêşwaziya Serokê Rêxistina Ciwanên Demokrat a Siyasî li Cîhanê Havêr Mêray û Cîgirê Serokê Yekîtiya Ciwanên Demokrat Felah Hesen û nûnerên Rûsya û Amerîka bo çavdêriya referanduma serxwebûna Kurdistanê, Serok Barzanî bi navê xwe û gelê Kurdistanê spasiya çavdêrên biyanî û bi taybetî jî ciwanên siyasî yên Ewropa û cîhanê kir, ku di roja 25ê Îlonê de di referandumê de beşdar bûn û karîn çavdêriyeke baş ji proseya referandumê re bikin û karîn jî wek proseyeke domkrasî binirxînin, herwiha kêfxweşiya xwe jî nîşan da li ser wê yekê ku ciwanên cîhanê di wê roja dîrokî de ligel gelê Kurdistanê bûn.

Cîgirê Serokê Yekîtiya Ciwanên Cîhanê Felah Hesen derbarê wê hevdîtinê de, li ser malpera xwe ya Facebookê nivîsandiye: “Me di hevdîtina xwe de ligel Serokê Herêma Kurdistanê hest bi 2 tiştên pir baş kir, ku ew jî geşbîniya Serok Barzanî bû derbarê paşeroja Kurdistanê piştî referandumê û herwiha şanazîkirina wî bi azayetî û jêhatîbûna ciwan û xortên Kurdistanê, ji ber ku berdewam karîne roleke baş di proseyên niştimanî û çarenivîsaz bibînin.”

Nûçeyên têkildar