Amerîka: Pêwendiyên me û Kurdistanê dê berdewam bin

Hewlêr-KDP.info- Wezareta Derve ya Amerîkayê piştî birêveçûna referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê ragihand, ku pêwendiyên dîrokî yên navberaAmerîka û Herêma Kurdistanê dê berdewam bin û zêdebarî encamdana referandumê, guhertin bi ser pêwnediyên navbera her du aliyan nayê.
Di beyannameyekê de, ku li ser navê Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert hatiye weşandin, tê gotin: “Pêwendiyên dîrokî yên Wîleyetên Yekgirtiyên Amerîkayê li gel xelkê Kurdistana Iraqê guheretin bi ser de nayê bi sedema referanduma nepabend a îro.”
Amerîka herwiha banga diyalogeke sazîner di navbera aliyan de dike û dide xuyakirin: “Baweriya me ev e, ku divê hemû alî diyalogek sazîner bikin bo baştirkirina paşeroja hemû iraqiyan.”
Di beyannameyê de amaje bi hewlên bo guhertina sînor bi şêweyekê yekalî hatiye kirin û hatiye gotin: “Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê dijatiya tundûtîjî û pêngava yekalî dike, ji her aliyekê ve be, ku mebest jê guhertina sînoran be.”




