26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hevjîna şehîd Dr. Silêman: Kurdistan dibe dewlet

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Hevjîna şehîd Dr. Silêman (Sait Çurukaya) ragihand ku ew ji bo piştgiriya referandum û serxwebûna Kurdistanê hatiye Başûrê Kurdistanê û dema ku dengê Erê dibîne, rihê şehîd Dr. Silêman şad dibe û Kurdistan dibe dewleteke serbixwe.

Xinata Şuldes hevjîna Dr. Silêman ji malpera KDP.info re ragihand: “Ez ji Almanya hatime Kurdistanê ji bo ku ez di vê cejna Kurdan de beşdar bim û xelkê han bidim ku dengê xwe bidin Erê. Dema ku ez dibînim xelk dengê xwe didin Erê, ez hest dikim ku rihê şehîd Dr. Silêman şad dibe û hêviya wî bicîh tê.”

Hevseroka Dr. Silêman wiha got: “Kurdistan dibe dewlet û min li welatê xwe jî bangeşe ji bo referanduma Başûrê Kurdistanê kiriye û min daxwaz jî ji welatê xwe kiriye ku îtîrafê bi serxwebûna Kurdistanê bike.”

Dr. Silêman (Sait Çurukaya) xelkê Bîngola Bakurê Kurdistanê bû û di destpêka şerê li dijî terorîstên DAIŞê de ji Almanya berê xwe da Kurdistanê û ligel Hêzên Pêşmerge bombeyên terorîstên DAIŞê pûç dikirin, lê ew Pêşmerge roja 26-10-2016 di encama teqîna bombeyekê de bi giranî birîndar bû û piştre şehîd ket.
 

Nûçeyên têkildar