Babe Şêx dengê xwe da serxwebûna Kurdistanê

Şêxan-KDP.info- Rêveberê Ofîsa Babe Şêx ragihand ku îro li bingeheke qezaya Şêxan Babe Şêx Bavê Rûhî yên Êzdî ligel Mîr Tehsîn Beg Mîrê Êzdiyan li Kurdistan û cîhanê, deng bo serxwebûna Kurdistanê dan.
Hadî Babe Şêx Berpirsê Ofîsa Babe Şêx ji malpera KDP.info re ragihand: “Li bingeheke qezaya Şêxan Babe Şêx Babê Rûhî yê Êzdiyan û Lêvegerê Olî yê Êzdiyan ligel Mîr Tehsîn Beg Mîrê Êzdiyan dengê xwe dan serxwebûna Kurdistanê.
Mîrê Êzdiyan Mîr Tehsîn Beg îro dengê xwe da serxwebûna Kurdistanê û ragihand ku Serok Barzanî mafê Êzdiyan di dewleta Kurdistanê de garantî kiriye, lewma wan jî dengê xwe da serxwebûna Kurdistanê.




