Serokatiya Kurdistanê daxwazek ji xelkê Kurdistanê kir

Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Herêma Kurdistanê di peyamekê de ji bo piştî bidawîhatina proseya referanduma serxwebûna Kurdistanê hin daxwazî ji xelkê Kurdistanê kir.
Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Piştî birêveçûna proseya dengdana referandûmê daxwaz ji hemû hemwelatiyên Kurdistanê dikîn di dema derbirîna soz û şadiya xwe girêdayî çand û bihayên bilindên gelê me bin. Xwe ji her cûre teqekirin û kirdarên neşaristanî û îstîfzazî û neyasayî biparêzin û aramiya bajaran û bexteweriya xelkê berçav bigrin.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
25.09.2017”




