26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kosret Resûl daxwaz ji xelkê Kerkûkê kir: Beşdarî referandumê bibin

Çavkanî: KDP.info
صورة: كوردستان24

 

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Yekem yê sekreterê giştî yê YNK Kosret Resûl daxwaz ji xelkê Kerkûkê dike ku, beşdariyê di referandoma Kurdistanê de bikin.

Berî demekê û di kongreyeke rojnamevanî de li Kerkûkê Cîgirê Yekem yê sekreterê giştî yê YNK Kosret Resûl daxwaz ji xelkê Kerkûkê kir ku sibe biçne ser sindoqên dengdanê û beşdariyê di referandoma Kurdistanê de bikin.
Herwiha îro, Duşemê Encumena Bilind a Referanduma serxwebûna Kurdistanê tekez kir ku, sibe roja duşemê referandum li hêrma Kurdistanê û tevahiya navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê birêve diçe.
 

Nûçeyên têkildar