Serok Barzanî bo NY: Gelê Kurdistanê dê sibe biryara xwe bide
__2017_09_24_h17m50s10__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Di piştevaniya Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jibilî ku dilgiraniya xwe li hemberî helwesta Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî nîşan da, herwiha tekez kir ku sibe dê gelê Kurdistanê biryarê li ser çarenivîsa xwe bide.
Îro Yekşem 24-09-2017, li Selehaddînê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jan Kubîs kir.
Di hevdîtinê de Jan Kubîs ragihand, ku ew hatiye da bizane ka Serok Barzanî rewşa dawîn û geşedanan, herwiha pêşhateyên piştî referandûmê çawa dinirxîne.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî helwesta rêxistina Neteweyên Yekgirtî û civaka navdewletî rexne kir û got: “Wan berovajiyê hemû bingehên rêkeftinên navdewletî helwest wergirt. Herwiha berovajiyê rêkeftina NY ya derbarê mafê serekî ya gelan tevgeriyan û bi vî awayî li gel daxwaza gelê Kurdistanê ya ji bo derbirîna biryara çarenivîwsa xwe reftar kirin.”
Serok Barzanî tekez kir, ku referadnûm mafê herî rewa ya demokratîk e û diyar kir: “Gelê me biryara xwe daye û ji biryara xwe jî vebnagere. Roja 25ê Îlona 2017ê dê referandûm were kirin. Paşî dê deriyên me yên ji bo guftûgoyên li gel Bexdayê vekirîbin da ku li ser sînor û hemû mijarên din biaxivin, bi awayekî aştiyane û hevfêmkirin bibin du cîranên baş.”
Serokê Herêma Kurdistanê eşkere kir, ku dê Herêma Kurdistanê herweke berî rola xwe ya di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de bilîze, hemahengiya di navbera pêşmerge û Artêşa ıraqê de li dijî terorê berdewam bike.
Serok Barzanî da zanîn, ku siyaseta wan a li hember koçberan dê weke xwe bimîne.
Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jan Kubîs jî tekez kir, ku ew dê hemû nîgeraniyên Serok Barzanî ragihîne hemû aliyan.




