25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Necmedîn Kerîm: Bila hemû cîhan zanibe ku Kerkûk serxwebûnê dixwaze

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Parêzgerê Kerkûkê Necmedîn Kerîm îro li bajarê Kerkûkê ragihand ku, ew derfeta niha bi detketiye ya hemû xelkê Kurdistanê ye, li Bakur, Rojhelat û Rojava, xelik dibînin bi çi awayî çaverêya roja Dûşemê dikin daku, biçin ser sendoqên dengdanê.

Îro, Şemiyê 23.09.2017 Parêzgerê Kerkûkê Necmedîn Kerîm di kongreyeke rojnamevanî de li bajarê Kerkûkê ragehand ku, du rojên din li Kurdistanê referanduma tê encamdan, ew derfeta bi destê me ketiye ya hemû xelkê Kurdistanê ye.
Parêzgerê Kerkûkê da zanîn ku, li Bakur, Rojhelat û Rojava dibînin xelk bi çi hêviyekê çaverêya roja Duşemê dikin, daku, biçine ser sindoqên dengdanê û got ku, dive bi hemû cîhanê bidin zanîn ku, xelkê Kurdistanê serxwebûnê dixwazin.
Herwiha Necmedîn Kerîm tekez kir ku, piştî referandumê li gel Bexda danûstandinê dikin, di dawiya gotara xwe de jî Parêzgerê Kerkûkê Necmedîn Kerîm spasiya pêşmergeyên qehreman û malbatên şehîdan kir û xelkê Kerkûkê parastine û diparêzên.
 

Nûçeyên têkildar