25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Encumena Bilind a Referandumê: Referandum nayê paşxistin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Encumena Bilind a Referandumê biryar da, ku referandum neyê paşxistin û di 25ê Îlonê di dema xwe ya diyarkirî de were encamdan.

Civîna Encumena Bilinda Referandumê ya bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku îro li bajarokê Pîrmamê hatibû sazkirin, bi dawî hat.

Piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin û tê de hat ragihandin ku biryar hatiye dan referandum neyê paşxistin û di dema xwe ya diyarkirî de were encamdan.

Di civînê de gihîştin van biryaran:

Yekem: Ji ber wê yekê ku hê jî ew bedîla ku cihê referandumê bigrê negihîştiye û dema guncaw jî nemaye, eger mîsogeriyeke tevahî ji bo serxwebûna Kurdistanê nedin, referandum di dema diyarîkiriya xwe de birêvediçê.

Duyem: Biryar dan ku bi hemû awayek dergehê guftûgoyê li gel Bexda bi vekirî bihêlê û dema pêwîstî pê bê dayîn.

Sêyem: Civînê de biryarê dan ku ji bo rûnkirina helwestên dawî, şanda danustankarê Encumena Bilind a Referandumê, roja şemiyê 23.09.2017 serdana Bexda bike.

Çarem: Encumena Bilind a Referandumê biryar da, sekreteriyeta Encûmena Bilind, her dû projeyên mafê pêkhatan û ragihandina prensîpa giştî ya dewleta serbixwe ya Kurdistanê, berî 25.09.2017 belav bike.  

Nûçeyên têkildar